Li Mardinê di wesayîtekê da 117 sîke hatin bidestxistin

Ekîban wesayît teqîb kir û li ser rêya Mêrdîn û Mîdyadê taxa Kabalayê da sekinandin.

Li Mardinê di wesayîtekê da 117 sîke hatin bidestxistin

 Li Mardinê di wesayîtekê da lêgerîn hat kirin û tê da 117 sîkeyên zîv hatin bidestxistin.

Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr di encama xebatên îstixbarî da tesbît kirin ku du kes wê bi wesayîteke nîvtîcarî va sîkeyên ku weke eserên dîrokî ne, sewq bikin. Li ser vê tesbîtê xebatan dest pê kir.

Ekîban wesayît teqîb kir û li ser rêya Mardin û Mîdyadê taxa Kabalayê da sekinandin.

Di wesayîtên da lêgerîn hat kirin û di çenteyê destan ê Ş.Byê ku wek rêwî di wesayîtê da bû da 117 sîkeyên zîv ên ku eserên dîrokî ne, hatin dîtin.

Der barê bûyerê da şofêr R.T û Ş.B. hatin binçavkirin.

Sîkeyên ku hatin bidestxistin, şandin Midûriya Muzeyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE