Li Mardinê Festîvala Çetira Berwaran Hat Lidarxistin

Di mîhrîcanê de ciwanan bi kêfxweşî xwe berdan asîmanên Derikê

Li Mardinê Festîvala Çetira Berwaran Hat Lidarxistin

Li Dêrika Mêrdînê mîhrîcana çetira berwaran hat lidarxistin. 20 xwendekarên ku li navenda ciwanan perwerde bûne li asîmanên bajarê dîrokî firiyan.

Çetirbaz yeko yeko xwe berdan...

Asîman bi çetiran tijî bû.

Ev dîmen ji mîhrîcana çetir a berwaran a Dêrika Mêrdîne ne.

Çêtirbazên ciwan hunerên xwe di mîhrîcanê de pêşkeşkirin. Festîval ji aliyê Şaredariya Dêrîkê ve hat lidarxistin.

Digel Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ersoy ,Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş , Qeymeqamê Qoserê Evren Çaki, rayedarên bajêr û welatî beşdarî mîhrîcanê bûn.

20 xwendekarên ku li navenda ciwaniyê perwerdeya çetirbaziyê stendibûn cara ewil firiyan.

Ciwanan di festîvala li Girê Qeymeqamê Şehîd Muhammed Fatih Safitürk de têra dilê xwe kêf kirin.

Di fevstîvalê de seranserê rojê ji 50î zêdetir firîn hatin kirin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE