Li Mardinê ji şaredariyên ku nekarîn kona fitarê vedin ji bo malan serwêsa xwarinê

Şaredariya Mîdyatê ya ku ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) îsal nekarî ku konê fitarê vede ji bo hewcedaran li navçeyê xwarina germ derdixîne.

Li Mardinê ji şaredariyên ku nekarîn kona fitarê vedin ji bo malan serwêsa xwarinê

Xwarinên ku li Mîdyat û Mazîdaxiya navçeyên Mardînê bi destê şaredariyan tên amadekirin beriya fitarê digihînin hewcedaran.

Şaredariya Mîdyatê ya ku ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) îsal nekarî ku konê fitarê vede ji bo hewcedaran li navçeyê xwarina germ derdixîne.

Xwarinên ku bi telîmata Şaredar Veysî Şahîn hatin amadekirin bi destê ekîbên şaredariyê beriya fitarê belavî 250 malbatî kirin.

Hat ragihandin ku belavkirina xwarina fitarê dê seranserê remezanê dewam bike.

 Mazîdaxi

Li navçeya Mazîdaxiyê jî rojane ji bo 250 malbatî xwarina germ tê temînkirin.

Xwarinên ku Şaredariya Mazîdaxiyê amade kirin bi destê ekîbên Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê ya Walîtiya Mardînê va ji bo hewcedaran tê belavkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE