Li taxegundên Dargeçit û Midyata navçeyên Mardinê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat ragihandin ku bi mebesta pêkanîna ewlekariya can û malên welatiyan, berterefkirina endamên PKKya rêxistina terorê, texrîb û têkdana şikeft, veşargeh û cebilxaneyên rêxistina terorê û herwiha ji bo girtina kesên ku li wê deverê lêgerîna wan heye, dê operasyon bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî Qanûna Îdareya Wîlayetê ya bi hejmara 5442yê, li Rover û Gizriya taxegundên Dargeçitê û li Stewrank û Gelêteya taxegundên Midyatê û mezrayên wan heta danezaneke duyemîn qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku pabendiya welatiyan bi vê qedexeyê ji bo ewlekariya can û malên wan gelek giring e.
AA