Li Mardinê operasyona kapan-1 a bagokê

915 cendirme, polîs û gundparêz beşdarî operasyonê bûn.

Li Mardinê operasyona kapan-1 a bagokê

Par di meha tebaxê de li dijî rêxistina terorî pkk’yê operasyona kiranê hatibû destpêkirin. Ev operasyon hat temamkirin. Piştî kiranê li mêrdînê operasyona kapan-1 a bagokê hat destpêkirin. 915 cendirme, polîs û gundparêz beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonê de 13 gumanbarên ku alîkarî didan rêxistina terorî, hatin binçavkirin. Dîsa gelek stargeh, wargeh û teqemenî hatin bidestxistin.

Operasyona Kiranê hat temamkirin.

Bi operasyonê derbeke giran li rêxistina terorî hat xistin.

Piştre jî li dijî PKKyê operasyona Kapan-1 a Bagokê hat destpêkirin.

Cihê operasyona Çiyayê Bagokê li Mêrdînê bû.

Armanc, bêtesîrkirina terorîstên li herêmê û qutkirina piştgiryên lojîstik e.

Li Mêrdînê, 915 cenderme, polîs û gundparêz beşdarî Operasyona Kapan-1 a Bagokê dibin.

Di operasyonê de 13 gumanbar, bi hinceta ku alîkariya rêxistina terorî kirine hatin binçavkirin.

Di lêgerînên stargehên tespîtkirî de gelek bombeyê destan, teqemenî, muhîmat, nîv ton amûrên jiyanê, amûrên tibbî û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.

Hin amûr, wek delîl hatin hilanîn.

Stargeh û amûrên din jî hatin îmhakirin.

Par, di Tebaxê de li dijî rêxistina terorî operasyonên kiranê dest pê kiribûn.

Di operasyonên li 14 bajaran de zirareke mezin li rêxistina terorî hat xistin.

Gelek stargeh û şikeft hatin îmhakirin.

Di wan stargehan de gelek çek, muhîmat, amûrên jiyanê û tiryak hat bidestxistin.

Di operasyonên serkeftî de 144 terorîst hat bêtesîrkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE