Li Mardinê qezaya trafîkê: Jimara miriyan derket 6an

 Li Mîdyata navçeya Mardinê di qezaya trafîkê da 6 kes mirin, 2 kes xedar birîndar bûn.

Li Mardinê qezaya trafîkê: Jimara miriyan derket 6an

 Li Mîdyata navçeya Mardinê di qezaya trafîkê da 6 kes mirin, 2 kes xedar birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin di kîlomêtroya 10emîn e rêbeja Mîdyat-Dargeçîtê da kamyona bi plakaya 65 K 3858 a, traktora bi plakaya 27 BDV 29 û otomobîla bi plakaya 34 BOH 39 ên ku navê ajokarên wan nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di qezayê da 5 kes mirin û 3 kes jî xedar birînar bûn. Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê.

Jimara miriyan derket 6an

Ji birîndarên hildan bin tedawiyê digel midaxaleyê bi ser xwe va nehat û mir, tedawiya 2 birîndarên din didome.

Di qezayê da Nîmetullah Yildiz û kurê wî yê 6 salî, Hakan Ozkahraman, Ozgur Yildiz, Bîlal Seyîtoglu û Dîlovan Seyîtogluyê ku piştî pêşbirka li xalî sehayê ya li navçeya Mîdyadê vedigeriyan mala xwe ya li gundê Bardakçiyê mirin.

Ji niştecihên gundê Bardakçiyê Faîk Teomay diyar kir ku qeza piştî vegera pêşbirkê çêbûye û got ku "TIR li traktorê diqelibe, wê kaş dike û paşê ber bi taksiyê va kaş dike. Xwedê rehma xwe li miriyên me bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE