Li Mardinê zarokên nabihîzin hînî Quranê dibin

Li Mêrdînê di qursa Quranê ya bi druşma "Hûn bibin deng" va hat vekirin da 8 zarok him hînî xwendina Quranê dibin û him jî agahiyên dînî hîn dibin.

Li Mardinê zarokên nabihîzin hînî Quranê dibin

Di qursa Quranê ya li Mêrdînê hat vekirin da xwendekarên nabihîzin hînî Quranê dibin.

Serokatiya Karên Diyanetê li çar aliyê Tirkiyeyê bi ramana "Were Mizgeft Bi We Xweş e" û "Hat Tetîla Havînê Dem Dema hînbûna Quranê ye" û li Mêrdînê jî li 1100yî zêdetir mizgeft û qursî zarok hînî Quran û agahiyên dînî dibin.

Tevlî van qursan li bajêr zarokên astengdar jî nehatine jibîrkirin û bo kesên nabihîzin jî li navçeya Artukluyê bi drûşma "Hûn Bibin Deng" qurs hat vekirin.

8 zarokên bi alîkariya amûr kêm dibihîzin û yan jî dikarin gotinên ji devê mirov derdikevin kêm zêde fehm dikin li Qursa Quranê ya Gurbet Yay a Artukluyê ya Mizgefta Sadik Yay hînî xwendina Quranê û agahiyên dînî dibin.

Alîkara Miftiyê Bajêr Zubeyde Zengîn got ku ji 30 hezarî zêdetir zarok diçin qursên Quranê yên li bajêr hatine vekirin.

Zengînê diyar kir ku ji bo zarokên astengdar jî ew dixebitin û bo wan qurs vekirine.

Nazan Agalday a Quranê hînî zarokên astengdar dike jî got: "Em cara ewile ji bo zarokên zêde nabihîzin qursê vedikin. Em Quranê û jiyana pêxemberê me hînî wan dikin. Agahiyên dînî jî em hînî wan dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE