Li Mardînê bernameya pîrozbahiya eydê

Li Mêrdînê welatiyên xwedî ziman û baweriyên cuda di bernameya eydê de civiyan

Li Mardînê bernameya pîrozbahiya eydê

Li Mêrdînê bernameya pîrozbahiya eydê hat lidarxistin û welatiyên Suryanî jî beşdar bûn.

Bername li Navenda Çandê ya Ataturkê hat lidarxistin û Metropolîtê Mêrdîn-Diyarbekirê Salîba Ozmen, Keşeyê Dêra Çil Şehîdan (Mor Behnam) Gabriel Akyuz û mensûbên cemaeta Suryanî beşdarî bernameyê bûn.

Walî Mahmut Demirtaş ji nûçegihanê AAyê re got ku li vê derê xwedî ziman û dînên cuda di aramiyê de dijîn, Mêrdîn bûye sembola pêkheyiyê.

Demirtaş anî ziman ku li Mêrdînê eyd bi hev re tên pîroz kirin û got, "Berî nuha Eyda Paskalyayê hebû me eyda wan jî pîroz kiribû, îro jî di Eyda Qurbanê de him welatiyên Suryanî û him jî mensûbên baweriyên din hatin pîroz kirin. Vê yekê em gelekî kêfxweş kirin. Ez di wê fikrê de me ku ev yekîtî û pêkveyî him li Tirkiyeyê him li seranserê cîhanê nimûneyeke degmen e."

Metropolît Ozmen destnîşan kir ku di kesayetiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de ew eyda alema Îslamê ji dil û can pîroz dike.

Ozmen hêvî xwest ku ev eydên ku li Mêrdînê pêkve tên pîrozkirin bibin sedem ku nakokiyên li cîhanê ji holê rabin.

Ozmen wiha pê de çû:

"Ji bajarê ziman û baweriyan li ser navê xwe û cemaeta Suryanî, ez eyda hemî xuşk û birayên misulman pîroz dikim. Mêrdîn sembola lêburdeyî û xweşbîniyê ye. Ev ji bo hemî cîhanê nimûneyek e. Dê cîhan tev de Mêrdînê weke mînakê bigire. Emê bi vî şiklî xweşbîniyê bi cih bikin."

Di bernameya eydê de Fermandarê 70yemîn Tugaya Mekanîze ya Piyade Tuxgeneral Burhan Aktaş, Fermandarê Cendirmeyê Tuxgeneral Coşkun Sel, Rêveberê Ewlekariya Giştî yê Wîlayetê Mahmut Karabulut, Serokê Wîlayetê yê AK Partiyê Faruk Kiliç, Endamê MKYKya AK Partiyê Orhan Mîroglu, xizmên şehîdan, nûnerên saziyên kamuyê û yên civaka sivîl digel komelek welatî amade bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE