Li Mardînê dema tav diqulibî mij ket û dîmenên xweşik deketin holê

Mardîna di dîrokê da ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye, bi kuçeyên xwe yên kevirîn û xaniyên xwe yên neqişandî her demsalê xweşikahiyên cuda pêşniyazî ziyaretvanan dike.

Li Mardînê dema tav diqulibî mij ket û dîmenên xweşik deketin holê

 Li Mardîna bajarê kesên ji dîn, ziman û çandên cuda lê bi biratî dijîn û bi avahiyên xwe yên dîrokî yên hatine tescîlkirin va balê dikişîne dema tav diqulibî dîmenên balkêş derketin holê.

Mardîna di dîrokê da ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye, bi kuçeyên xwe yên kevirîn û xaniyên xwe yên neqişandî her demsalê xweşikahiyên cuda pêşniyazî ziyaretvanan dike.

Mizgeft, medrese, dêr, manastir û xaniyên dîrokî yên li Mardîna Kevn a wekî qada parastî hat îlankirin dema tav diqulibî mij ket û dîmenên balkêş derketin holê, wênekêşan wêne kişandin.

Amr Kiliçê wênekêş diyar kir ku avahiyên dîrokî her demsalê dîmenên xweşik derdixin holê, dema wêneyên bajêr dikişîne kêfxweş dibe.

Kiliç wiha axivî: "Li Mardînê di nav rojê da atmosfereke cuda heye. Ewr, mij, qulibîna tavê, li Mardînê kişandina wêneyan zehf xweş e."

Cebraîl Ozmenê wênekêş jî got xweşikahiyên demsalê yên bajêr derdikevin holê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE