Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê goştê qurbanê li 1200 malbatî belav dike.
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê di çarçoveya "Organîzasyona Şerjêkirina Qurbanê bi rêya Wekaletê ya 2022yan" de bi temaya "Bi Dabeşkirina Qurbana xwe, Bibe Nêzîkî Birayê xwe" amadekariyên xwe qedandin û li Mêrdînê dest bi şerjêkirinan kir.
Wezîdfedarê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê Kemal Kahraman anî ziman ku qurbanî li gorî usulê têne şerjêkirin û got, "Dê karmendên me goştê qurbanê bigihînin feqîran, sêwiyan, muhtac û xwendekarên Qursa Quranê. Dê li nêzîka 1200 malbatî goşt bê belavkirin. Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike. Eyda Qurbanê li hemî alema Îslamê pîroz be."
AA