Li Mardînê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon

Li 3 taxên çiyayî yên Dargeçita navçeya Mardînê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon dan despêkirin.

Li Mardînê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon

 Li 3 taxên çiyayî yên Dargeçita navçeya Mardînê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon dan despêkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan, ji bo berterefkirina mensûbên rêxistinên terorê PKKyê, ji bo jinavbirina sitargeh, şikeft û depoyên ku mensûbên rêxistina terorê diemilînin û herwiha ji bo qefaltina şexên ku li herêmê ji bo wan biryara girtinê hatiye derxistin, operasyon dê were lidarxistin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di çarçoveya madeyên têkildar ên Qanûna Birêvabirina Parêzgehê va Jimare 5442 da ji saet 23.00yan pê va li taxên çiyayî yên Dargeçitê Harmanli, Kismetli, Karagol û gomên li ser wan, heya agahdarkirineke din, qedexeya derketina derva hat ragihandin, ji bo ewlehiya can û malê wan, gelekî girîng e ku welatî pabendî qedexeyê bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE