Li Qosera Mêrdînê ciwan perwerdeya şanoyê werdigrin. Him bi tirkî him jî bi kurdî lîstikan pêşkêş dikin. Bi vî awayî ji hevalên xerab û tiştên nebaş dûr dikevin.
Li herêmê her ku diçe ji bo ciwanan derfetên hunerê zêdetir dibin.
Wekî cureyên din ên hunerê, şano jî bi pêş dikeve.
Li Qosera Mêrdînê ciwan, li Komeleya Spor, Huner û Çandê ya Denizê şanogeriyê hîn dibin.
Niha jî ji bo derkevin ber temeşavanan bi lez û bez dixebitin.
Lîstikên wan bi zimanê Kurdî û Tirkî ne.
Bi vî awayî ji hevalên xerab û ji tiştên nebaş dûr dikevin.