Li Mardînê sempozyuma jinan a navneteweyî

Mêvanên ji welêt û derwelêt li ser pirsgirêkên jinan diaxivin...

Li Mardînê sempozyuma jinan a navneteweyî

Li Mêrdînê, di navbera 1 û 3ê mijdarê de, sempozyuma jinan a navneteweyî tê lidarxistin. Di sempozyûmê de mêvanên ji welêt û derwelêt li ser pirsgirêkên jinan diaxifin. Mêvan beriya sempozyumê li bajarê qedîm Mêrdînê li cih û warên dîrokî geriyan.

Ji bo Sempozyuma Jinan a Navneteweyî ji 30î zêdetir mêvan ji navwelêt û derwelêt hatin Mêrdînê.

Mêvan li ser mijarên tundiya di nav malbatê de, teror, medya, penaberî û girîngiya jinan a di nav civakê de diaxivin.

“Bi rastî li Mêrdînê gelek çandên ji hev cuda bi hev re ne. Ev yek jî me kelecanî dike. Ev dewlemandiya welatê me jî nîşan dide. Em dibînin ku çand û dînên cuda dikarin bi hev re bijîn.”

Mêvanên ku ji derwelêt hatibûn bûn heyranê çand û dîroka Mêrdînê.

“Li vir gelek çand bi hev re dijîn û min ev yek pir eciband. Min bajarê dîrokî pir hez kir.”

Mêvanên biyanî beriya sempozyûmê li ciyên dîrokî yên Mêrdînê jî geriyan. Hiqûqnas Kezban Hatemi jî hevaliya wan kir. Hatemiyê got ev sempozyum ji bo jinan pir biqîmet e.

Hiqûqnas Kezban Hatemi:Em ê liv ir bi jinan re li ser pirsgirêkên jinan biaxifin. Mêvanên me yên ji derwelêt jî hene. Ji bo ku jin bi xwe li ser pirsgirêkên xwe diaxifin û çaresiyan dibînin, ev yek pir bi qîmet e.”

Sempozyum wê 3 rojan dewam bike û 4 civînên cuda bên lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE