Li Herêma Marmarayê tê texmînkirin ku germahî dê 1 an jî 3 pile zêde bibe.
Li gorî agahiya li ser malpera Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 1emîn, li herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be.
Herwiha tê texmînkirin ku ji danê êvarê şûnda jî li başûr û rojhilatê herêmê û bi demê ra jî li tevahiyê baran dê bibare.
Herwiha tê texmînkirin ku li herêmê germahî dê 1 an jî 3 pile zêde bibe û derkeve asta pileyên asayî yên demsalê.
Dîsa tê texmînkirin ku ba jî dê ji milê rojhilat û rojhilatê bakur (poyraz) nîveqewî, bi demê ra bi hêz (20-40km/s) were.
AA