Li Marmarîsa navçeya Muxlayê agir bi daristanê ket.
Li daristana Taxa Beldîbiyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Şewat li nêzî herêma wargehan derket û ekîbên agirkiujiyê, karkerên daristanê, gelek arazoz û firokeya Midûriyeta Herêmê ya Daristana Muxlayê midaxeleyî şewatê dikin.
Ekîb dixebitin ku beriya agir xwe biavêje nav wargehan şewatê hildin kontrola xwe.
Di nav 4 rojan da li heman herêmê kêmzêde di heman saetan da ev cara 3yan e şewat derdikeve.
AA