Ji bo şewata daristanê ya li Marmarîsa navçeya Muglayê bê vemirandin ji esman û bejayê xebat dewam dikin.
Şewata ji ber sedemeke hê nediyar e li Taxa Hîsaronuyê, li tanga Bordubetê di 21ê hezîranê da bi daristanê ket hê jî dewam dike.
Karkerên daristanê û ekîbên agirkujê ji şev vir va ji bejayê hewl didin şewatê vemirînin.
Ji serê sibê pê va jî ji esman xebatên vemirandinê dest pê kir.
Ekîb ji bo ku şewat vemire gelekî dixebitin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî ji navenda qeyranê xebatan dişopînin.