Li Meksîkayê di 24 saetan da 667 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê parve kir di 24 saetên dawîn da li welêt ji ber Kovîd-19ê 667 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 19 hezar û 747an.

Li Meksîkayê di 24 saetan da 667 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Meksîkayê ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da 667 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê parve kir di 24 saetên dawîn da li welêt ji ber Kovîd-19ê 667 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 19 hezar û 747an.

Hejmara waqieyên li welêt jî 5 hezar û 662 zêde bû û derket 165 hezar û 455an.

Li welêt heta niha 123 hezar û 95 kesên Kovîd-19 bi wan geriya bû jî filitîn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE