Li Meksîkayê di nav rojekê (24 saetan) da ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) 587 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt ji ber şewba Kovîd-19ê hejmara miriyan 587 zêde bû û heta niha 15 hezar û 944 kes ji ber şewbê mirin. Hejmara weqiayên Kovîd-19ê jî 4 hezar û 970 zêde bû û derket 133 hezar û 974an.
Li Meksîkayê hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê can dan cara ewil di 27ê Gulanê da ji 500 kesî derbas bûbû.
Li welêt şewba Kovîd-19ê jî cara ewil di 28ê Sibatê da hatibû tespîtkirin û mirina ku şewb bû sedem jî cara ewil di 19ê Adarê da hat qeydkirin.AA