Li Meletiyê 2 otobês li hev qelîbin û 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, qeza li ser rêya Meletî û Qeyseriyê li xeçerêya Akçadagê çêbû.
Otobêseke Şaredariyê Bajêr ya Mezin a Meletiyê û otobêseke rêwiyan ya ku şofêr û pîleqeyên wan nayên zanîn li hev qelîbin.
Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê û AFADê sewqî ciyê qezayê kirin.
Di qezayê da li gor agahiyên ewil 10 kes birîndar bûn. AA