Li Meletiyê 46 berhemên dîrokî hatin bidestxistin

Li Meletiyê 46 berhemên dîrokî hatin bidestxistin

 Li Meletiyê 46 berhemên dîrokî hatin bidestxistin, şikbarek jî hat binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Darendeyê û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tesbît kirin ku şikbarek ji Guruna navçeya Sêwazê hin berhemên dîrokî dibe Darendeya navçeya Meletiyê ku bifroşe.

Tîman operasyonek kir û 33 sikkeyên zîv, 5 gustîlên zîv, 4 xaç, 2şiklên heywanan, mohrek û bazineke zîv bidest xistin û şikbar jî hat binçavkirin.

Tîman berhem teslîmî Midûriya Muzeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE