Li Meletiyê ji avahiya rûxiyayî 13 kes bi birîndarî hatin rizgarkirin

Li Meletiyê ji avahiya rûxiyayî 13 kes bi birîndarî hatin rizgarkirin

Li Meletiyê avahiyek rûxiya û piştî xebatên lêgerîn û rizgarikirinê dan destpêkirin.

Li caddeya Înonuyê ya li taxa Sitmapinara navçeya Yeşilyurta navendî avahiyeke 2 qatî ji ber sedemeke nediyar rûxiya.


Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 13 kes bi birîndarê hatin derxistin.

Birîndarên ku hatin derxistin bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyan kirin.

- Ji Bîngolê ekîbeke 10 kesî ji AFAD û SARê şandin Meletiyê


Piştî bûyera rûxana avahiyekê li Meletiyê, ji Bîngolê ekîbeke 10 kesî ji AFAD digel Kulûba Çiyagerî Rûyê Bakur a SARê û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê şandin herêmê.

Rêveberiya Wîlayetê ya AFADê ji bo piştevaniya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji avahiya ku li caddeya Înonuyê ya li taxa Sitmapinara navçeya Yeşilyurta navendî rûxiya bû, destbikar bû.

Ekîbeke 10 kesî ji AFAD digel Kulûba Çiyagerî Rûyê Bakur a SARê û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ber bi herêmê ve çûn.

Ekîb dê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya di enqaza vahiya rûxayî de cih bigire.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE