Li Meletiyê karkerên demsalê dest bi berhevkirina mişmişan kirin

Li Meletiyê karkerên demsalê dest bi berhevkirina mişmişan kirin

Li Meletiya ku navenda herî giring a berhemanîna mişmişan e, karkerên demsalê dest bi mesaiya berhevkirina wan kirin.

Li Tirkiyeyê bi giştî 17 milyon darên mişmişan hene û nêzîka 9 milyonan ji wan li Meletiyê ne.

Mişmişên ku li gorî girsbûn û tama wan 32 cureyên wan hene, bi navên weke "Hasanbey", "Kabaaşi", "Hacihaliloglu" û "Alyanak" ji hev têne cudakirin.

Li Meletiyê nêzîka 50 hezar malbatî debara xwe bi mişmişan dikin. Mişmişên Meletiyê di çavê Yekîtiya Ewropayê (YE) de xwedî nîşaneya erdnîgarî ya tescîlkirî ye. Bexçeyên mişmişan ji bo karkerên demsalê jî çavkaniyeke bi destanîna qazancê ye.

Di dema danhevê de ji bajarên weke Şanliurfa, Adiyaman û Diyarbekirê gelek karkerên demsalê tên van bexçeyan û nêzîka 2 mehan karê berhevkirin û miştaxeya mişmişan dikin.

- "Karê danhev û miştaxeya mişmişan pêvajoyek e dijwar e"

Karkerên demsalê yên ku ji xebatê hatine bexçeyekî mişmişan ê li taxa Sînana girêdayî Yazihana navçeya Meletiyê, bi rojhilatê re dest bi kar dikin. Karker di germahiyê de ku nava rojê car bi car bi ser 35 dereceyan dikeve, mişmişên ku bi alîkariya makîneyan ji dare hildiweşînên didin hev û dixin nava qaseyan.

Ji karkerên demsalê Zehra Îzciya 23 salî ku ji Şanliurfayê digel malbata xwe ji bo kar hatiye bexçeyê mişmişan anî ziman ku wê beşa Nerîna Nexweşan a Fakulteya 2 salî ya Pîşeya Xizmetguzariyên Tendirustiyê ya Zanîngeha Îdirê qedandiye û got, "Em ji Sêwregê ne. Ji biçûkayiya xwe ve di demên ku ji ber xwendina min dimîne de, ez xwe re di vî warî de dixebitim. Ez ji aliyekî ve jî ji bo KPSSê dixebitim. Emê hê ji vêderê biçin karê findiqan. Karê danhev û miştaxeya mişmişan, pêvajoyek e dijwar e. Em ji bo debara xwe dixebitin."

Xwendekara pola 12an Emîra Îzciyê jî anî ziman ku xebata li bexçeyên mişmişan zehmet e lê ew ji bo mesrefa derxaneya xwe dixebite.

- "Herî zêde hilgirtin û veguhastina qaseyan zehmet e"

Ji karkerên demsalê Halîl Çiftçî jî destnîşan kir ku ew digel 5 kesên malbata xwe ji Şanlurfayê hatine û got, "Ev 2 sal e em ji bo xebatê tên Meletiyê. Em karê hilweşandina mişmişan dikin û dixin qaseyan. Herî zêde hilgirtin û veguhastina qaseyan zehmet e. Lê em mecbûr in, ji bo debara xwe bixebitin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE