Li Meletiyê texsî û wesayîtek li hev qelibîn, di qezayê da 7 kes birîndar bûn.
Texsiya ku şofêrê wê Mustafa Gedîk û plaqeya wê 44 T 1050 û wesayîta şofêrê wê Mehmet Dînler û plaqeya wê 44 AAS 785 bû li ser rêya Meletî û Qeyseriyê li taxa Tavşantepeyê li hev qelibîn.
Di qezayê da Gamze Ercan, Nursel, Kubra, Hatun, Şevval û Şule Aldemîr birîndar bûn.
Tîmên Tenduristiya Rewşa Acil a 112yê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
AA