Li Puturgeya navçeya Meletiyê dema rayavêtinê şerê biçek çêbû, 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Bolunmezê li dibistanekê di navbera wezîfedarên sandiqê û komeke hilbijêran da şer çêbû.
Şer ji bo rêbaza rayavêtinê ya ji bo kalekî dihat xwestin derket.
Di şer da Hasan û Îlyas Aktaş mirin, Alî Aktaş jî birîndar bû.
Alî Aktaşê birîndar bûye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Poturgeyê.
Gelek cendirme hatin cihê bûyerê.
Walîtiyê der barê bûyerê da daxuyaniyek weşand û wiha got: "Li taxa Bolunmezê ya li navçeya Puturgeyê 31ê Adarê di saet 10.00an da li ser sandiqê di mijara rêbaza rayavêtinê ya ji bo kalekî da niqaş derketiye, 2 welatiyên me mirine, kesek jî birîndar bûye. 4 şikbarên wisa tê gotin ku failên vê bûyera muessf in ji hêla cendirmeyan va hatine girtin."
AA