Li Meletîyê 23. mihrîcana mişmişan

Festîvala komkirina mişmişan dest pê kir...

Li Meletîyê 23. mihrîcana mişmişan

Li warê mişmişan festîvalê dest pê kir... Li Meletîyê 23yemîn mihrîcana mişmişan tê lidarxistin. Cotkar li nav baxçeyan daran dadiweşînin, fêkîyan davêjin îslimê... Îsal wê nêzî 100 hezar ton çîr werin îxrackirin.

Mişmiş ji bo Meletîyê mîna zêr bi qîymet in. 40 hezar malbat debara xwe bi darên qeysîyan dikin.

Li warê mişmişan Meletiyê, salê 400 hezar ton qeysî tên hilberîn. Sala çûyî 96 hezar ton çîr hatin îxrackirin.

Mişmişên Meletîyê ji xeynî aboriya herêmê, dermanê her derdî ne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletîyê 23yemîn Mihrîcana Mişmişan li dar xist. Alîkarê Wezîrê Çandinî Daristanê Hadî Tunç, Walî Aydin Baruş û parlamenterên AK Partiyê beşdarî merasîmê bûn.

Festîvala “Hêka Zêrîn a Tavê Mişmişê” bi kortejê dest pê kir. Tîma mehterê konser da û paşê dor hat govendê.

Di mihrîcanê de pêşbaziya xwarina mişmişan û pêşbaziya mişmişên herî baş hatin lidarxistin.

Roja ewil a festîvalê bi xelatdayînê û konsera Rafet El Roman xilas bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE