Li Mêrdînê Hecî hatin oxirkirin

Li Mêrdînê welatiyên ji bo hecê xwe bikin diçin erdê pîroz bi diayan hatin oxirkirin.

Li Mêrdînê Hecî hatin oxirkirin

Li Mêrdînê welatiyên ji bo hecê xwe bikin diçin erdê pîroz bi diayan hatin oxirkirin.

Ji bo 750 kesên ku ew ê bi 3 qefleyan herin erdê pîroz li Balafirgeha Mêrdînê merasima oxirkirinê hat lidarxistin. Hecî beriya derketina rê ji bo hizûra Tirkiye û alema Îslamê dia kirin.

Di dema oxirkirinê da ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xwarin û vexwarin li rêwiyan belav kirin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman beşdarî merasimê bû û diyar kir ku îsal 750 kes ji Mêrdînê diçin erdê pîroz û wiha axivî: "Berê ji Enqere an jî Stenbolê dihatin oxirkirin. Nika rasterast ji Balafirgeha Mêrdînê diçin em jî wan oxir dikin."

Şeyhmus Gultekînê wê here hec jî got ji ber ku diçin erdê pîroz zehf kelecanî ye û wiha pê da çû: "Ev cara ewil e ez diçim, zehf kelecanî dibim. Daxwaza me ew e hema bigihêjin erdê pîroz. Dema ku em gihîştin wê derê em ê ji welatê xwe û alema Mislimanan ra dia bikin."

Piştî merasimê hecî di seroktiya Îsmaîl Çelîkê Miftiyê Bajêr da bi diayana hatin oxirkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE