Li Mêrdînê ji bo zarokan qada şahiyê

Cîgirşarêdar bi gelek projeyan xizmeta gel dike…

Li Mêrdînê ji bo zarokan qada şahiyê

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin, xizmetên ji bo gel jî zêde bûn. Şaredariyê herî dawî li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê, ji bo zarokan qada şahiyê vekir. Zarok di vê parkê de, bi kêfa dilê xwe dileyîzin.

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û xizmetên belediyê yên ji bo gel zêdetir bûn. Herî dawî di Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê de ji bo zarokan parka şahiyê hat vekirin.

Ji bo ku zarok li ber tavê nesekinin jî park danê êvarê, ji 6an heta saet 10an vekiriye.Di parkê de gelek cure lîstik hene ku zarok ji xwe re bi wan bileyizin.


Parka şahiyê heta 6ê Îlonê dê vekirî be.
 

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE