Li Mersinê otobusa esker tê da bûn wergeriya

Gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê şandin ciyê qezayê

Li Mersinê otobusa esker tê da bûn wergeriya

Walîtiya Mersinê ragihad ku li Muta navçeya Mêrsînê otobusa esker tê da bûn welgeriya û li gorî encamên destpêkê ajokar mir, 5 esker jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, otobusa esker tê da bûn li ser rêya Mut-Karamanê li tanga Sertavulê welgeriya.

Gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê şandin ciyê qezayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da hat diyarkirin ku di qezayê da li gorî encamên destpêkê ajokar mir, 5 esker jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

10 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê li Mutê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE