Li Tarsûsa navçeya Mersinê mîdîbusa polês tê da bûn qelibî polêsek şehîd ket û 4 polês jî birîndar bûn.
Ekîba polêsan a ku girtî birin Kampusa Saziyên Girtîgehê ya Tarsûsê li mîdîbusa bi plaqeya 33 BVY 70yî siwar bûn û vegeriyan lê wesayîta wan li Taxa Alîfakiyê ji rê derket.
5 polêsên ku di mîdîbusa ji rê derket û qelibî da bûn bi ambûlansan va rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji polêsên birîndar Omer Faruk Tekagaç ê li Nexweşxaneya Dewletê ya dihat tedawîkirin digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û mir.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Mehmet Şahne polêsên birîndar ên li nexweşxaneyan tedawiya wan dewam dike ziyaret kir.
Tekagaç piştî merasima li Midûriyeta Şaxa Hêza Çalak a Mersinê wê li navçeya Anamurê bê definkirin.
Lêpirsîna der barê qezayê da dest pê kir jî dewam dike.AA