Li Mersînê di operasyona dijî terorê da 10 şikbar hatin girtin

Li Mersînê di operasyona dijî terorê da 10 şikbar hatin girtin

Li Mersînê ji 12 şikbarên tê îdiakirin endamên rêxistina terorê PKK/KCK û TKP/Kivilcimê ne û lê digeriyan jê 10 şikbar hatin girtin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo çalakiyên rêxistinên terorê yên nav welêt deşîfre bikin dixebitin.

Di vê çarçoveyê da ji bo girtina 12 şikbarên tê îdiakirin endamên rêxistina terorê PKK/KCK û TKP/Kivilcimê ne û amadehiya dikin ku di 1ê gulanê da çalakiyan bikin dest bi xebatê hat kirin.

Di operasyoneke hevdem ya ku polêsên tevgera taybet jî piştgirî danê da 10 şikbar hatin girtin.

Li Taxa Demirtaşê ya li ser navçeya Toroslarê di mala şikbar O.Ş. da pakêteke tê îdiakirin teqemeniya desteçêkirî ye hat dîtin.

Pisporên îmhekirina bombeyan hatin navnîşanê.

Ekîban pakêta ku lê ketin şikê birin laboratuvara krîmînalê ya ewlehiyê.

Ji bo 2 şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE