Li Mersînê ji ber baranê karkerên di zeviyan da dixebitin tên tahliyekirin

Li Mersînê Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hişyariya ba, baran û bagerê da.

Li Mersînê ji ber baranê karkerên di zeviyan da dixebitin tên tahliyekirin

Hin karkerên di zeviyan da dixebitin û di konan da dimînin ji bo ku di baran û bagerê da asê nemînin tên tahliyekirin.

Qaymeqamtiya Tarsusê ji bo ku li navçeyê tu kes nemre û zirarê nebîne biryar da ku karkerên çandiniyê bên tahliyekirin.

Hat gotin karkerên li taxa Yenîçay, Akarsu, Çagbaşi, Yaramiş, Çatalca, Yeşîltepe, Egemen, Alîefendîoglu, Atalar, Çîçeklî, Alîfaki, Kelahmet û Kulakê di konan da dimînin wê bên hildan û di salonên werzişê û malên şînê da bên mazûwankirin.

Piştî biryara Qaymeqamtiya Tarsusê tîmên Fermandariya Cendirmeyê, Şaredariya Mezin û Şaredariya Tarsusê ewil xwe gihandin taxa Çagbaşiyê.

Tîman bi Tirkî, Kurdî û Erebî bangî karkeran kir ku ew eşyayên xwe berhev bikin, konên xwe hildin û li wesayîtan siwar bin.

Hin karker bi motorên xwe, hinek jî bi wesayîtên hatine siwar bûn û ji herêmê çûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE