Li Midîlliyê koçber ji bo ku bi rastgiran ra rûbirû nemînin li qeraxê dimînin

Koçberên ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe direvin û tên girava Midîlliyê li vir rastî berteka komên rastgir ên tund tên.

Li Midîlliyê koçber ji bo ku bi rastgiran ra rûbirû nemînin li qeraxê dimînin

 Li Midîlliya girava Yewnanistanê ji ber ku komên rastgir ên tund bertekê nîşanî koçberan didin û naxwazin ew biçin kampa Morîayê, koçber li qeraxê radibin û rûdinên.

Koçberên ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe direvin û tên girava Midîlliyê li vir rastî berteka komên rastgir ên tund tên.

Kom naxwaze zêdetir koçber bên welatê wan û ji ber vê rêya diçe kampê digre.

Koçberên di nav da jin û zarok jî hene ev du roj in li qeraxa Skala Sikamineayê dimînin.

Hewa sar e, ji hêla din va ew ditirsin rastî êrîşa komê bên.

Dema komê rê li ber koçberan digirt rojnamevanan dîmen û wêne kişandibûn. Ji bo ku ew wêneyan nekşînin komê êrîşî rojnamevanan jî kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE