Li Midyada navçeya Mêrdînê di çarçoveya çalakiya Çandên Kevneşopî yên Uşaqê Deryaya Reş de berhemên herêmî hatin nimayişkirin.
Yekeyên veberhêner û fîrmeyên ji wîlayet û navçeyên herêma Deryaya Reş beşdarî fuarê bûn.
Kordînatora projeya Fuarê Hulya Sevinç anî ziman ku lezzet, çand, reqsên gel û muzîka herêma Deryaya Reş dê bên nimayişkirin.
Sevinçê destnîşan kir ku dê fuar heta 27ê mijdarê berdewam be û got, "Em ji ji wîlayet û navçeyên herêma Deryaya Reş hatine, 8 sale em vê projeyê diajon. Di ber mûzika herêma xwe em masiyêm hemsî îkramî mêvanan dikin."
Sevinçê herwiha ji bo hatina Midyadê kêfxweşiya xwe anî ziman û hemî alî dawetî fuarê kirin.
Welatiyan jî kêfxweşiya xwe ji vekirina fuarê li navçeyê anîn ziman û destnîşan kirin ku naskirina çanda Deryaya Reş tiştekî xweş e.