Xwendekaran qerneyên xwe standin û ketin betlaneya havînê. Alîkarê Şaredarê Midyadê Muhammed Ata Nasiroğlu, wek diyariya qerneyê li 10 hezar zarokî biletên lûnaparkê belav dike.
Seranserê salê çûn mektebê…
Havîn hat, qerneyên xwe girtin û ketin tatîlê.
Alîkarê Şaredarê Midyadê Muhammed Ata Nasiroğlu jî xwest kêfa zarokan bîne û li 10 hezar xwendekarî biletên Lûnaparkê belav kirin.
Xwendekarên ku teqdîr û teşekkkura wan heye 3, yên bê belge jî 2 bilet wergirtin.
Xwendekaran bi malbatên xwe re berê xwe dan lûnaparkê û têra dilê xwe lîstin.