Li Midyada Mêrdînê bi qasî 20 mamosteyên resmê pêşaneyeke hevpar vekir. Di pêşaneyê de nêzî 100 resmên balkêş û xweşik tên nîşandan. Hunerhezên ku çûn pêşaneyê, bi resmên mamosteyan pirr razî bûn.
Mamosteyên Midyadê pêşaneya resman vekir.
20 mamosteyên ku li navçeyê dixebitin, ji bo bala xwendekarên xwe jî bikişînin ser çêkirina resman bi hev re pêşane li dar xist.
Di pêşaneyê de piraniya wan li ser dîrok, çand û erdnîgariya herêmê bi qasî 100 resmên balkêş û delal tên nîşandin.
Mêvanên pêşaneyê ji bo vê xebatê him spasî mamosteyan kirin, him jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman.