Wekî her derê Türkiyeyê, pêvajoya aşîkirinê li midyada mêrdînê jî dewam dike. Hat eşkerekirin ku li bajêr nêzî 180 kesên ji 90 salan mezintir hene û dê ew li malê werin aşîkirin.
Pêvajoya aşîkirinê dewam dike.
Piştî xebatkarên tenduristiyê, niha jî kesên li malên xwedîkirinê dimînin û welatiyên ji 90 salan mezintir in tên aşîkirin.
Di çarçoveya aşîkirinê de li Midyada Mêrdînê jî xebatên aşîkirinê dewam dikin.
Hat ragihandin ku li bajêr nêzî 180 kesên ji 90 salan mezintir hene.
Midûriyeta Tenduristiyê ji bo wan 4 tîm amade kirin.
Tîmên tenduristiyê diçin malan û aşiya koronayê yek bi yek li wan dixin.
Welatî û kesên tên aşîkirin ji xizmetê memnûn in, dixwazin her kes were aşîkirin.