Li Midyatê bernameya bîranîna şehîdên terorê

26 şehîdên gundê Kayalipinarê yê Midyatê hatin bibîranîn

Li Midyatê bernameya bîranîna şehîdên terorê

Qeymeqamiya Midyata Mêrdînê, ji bo 26 şehîdên terorê bernameya bibîranînê li dar xist. Wekî tê zanîn ew welatî di sala 1993yan de li gundê miqrê yê Midyatê bi destê terorîstên pkk’yî ve hatibûn şehîdkirin.

Terorîstên rêxistina terorî PKKê heya niha gelek mirovên bêguneh şehîd kirin.

Li Gundê Miqrê yê Midyata Mêrdînê jî di sala 1993yan de 26 welatî, bi destê terorîstan ve hatin şehîdkirin.

Qeymeqamiya Midyatê ji bo bibîranîna wan şehîdan bernameyek li dar xist.

Qeymeqam Tekin Dundar, fermandar û gelek welatî hatin bernameyê.

Di bernameyê de girse çû ser gorên şehîdan, li wê derê Qurana Kerîm xwend û dia kirin.

Welatî dibêjin ku ew ê şehîdên xwe heta heta jibîr nekin.

Di wê komkujiya terorî de ji 26 kesên hatibûn şehîdkirin 8 heb zarok bûn.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE