Li Midyada Mardînê welatî bi nûçeya ku ji unesco’yê hat, gelek kêfxweş bûn. UNESCO’yê 9 manastir û dêrên heyama antîk xistin lîsteya demkî ya mîratên dinyayê.
Li Midyada Mardînê gelek berhemên dîrokî hene.
Hin ji wan jî dêr û manastir in.
Gelek berhem ji bo parastinê ji aliyê UNESCOyê wek mîratên dinyayê hatine tescîlkirin.
Herî dawî xeber hat ku 9 dêr û manastir xistine Lîsteya Demkî ya Mîratên Dinyayê.
Bi xeberê welatî gelek kêfxweş bûn.
Rayedarên Midyadî dibêjin em dixwazin hemû berhemên li herêmê bibin mîratên dinyayê.