Li Midyata Navçeya Mêrdînê Koroya Weqfa Hevkarî û Perwerdeyê ya mêrdîniyan (marev)ê, li navçeyê konserek li dar xist. navê konserê jî “kulîlkên heman baxçeyê” bû. di konserê de bi kurdî, tirkî, erebî, suryankî û ermenkî stran hatin gotin…
Bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryankî û Ermenkî stran gotin.
Li Midyata navçeya Mêrdînê Koroya Weqfa Perwerde û Hevkariyê ya Mêrdîniyan konserek li dar xist.
Navê Konserê “Kulîlkên Heman Baxçeyê” bû.
Him Şaredarî him jî Qeymeqamtiya navçeyê piştgirî dan konserê.
Di konserê de bi 5 zimanan stranên gelek xweş hatin gotin. Konserê 2 saetan dewam kir.
Kesên ku hatin konserê kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Her whia di dawiyê de plaket dan kesên ku ked dane amadekirina vê konserê.