Li Midyata Mardînê di bin banê navenda perwerdeya gel de kursa hunera pênûsrejiyê yanê (karakalem)ê vebû. Ji biçûk heta mezinan gelek mirov beşdarî dersan dibin. Kursiyer ji niha ve wêneyên gelek xweşik û delal çêdikin.
Tenê qelemeke darîn bi kar tînin û wêneyên gelek xweşik çêdikin.
Dîmen ji kursa pênûsrejiyê ya Midyata Mardînê ne.
Li navçeyê di bin banê Navenda Perwerdeya Gel de kursa qelemrejiyê bi gotineke din karakalemê hat vekirin.
Kursiyer di heyama koronayê de li kursê him wextê xwe xweş derbas dikin him jî hunerekê hîn dibin.
Mamosteyê kursê Yilmaz Aksan dibêje ku gelek kes tên kursê.
Di kursê de kursiyer bi pênûseke reş û darîn wêneyên yek ji yekî xweşiktir û delaltir çêdikin.
Mamoste Yilmaz ji bo beşdarbûna kursê bang li hemû ciwanan dike û dixwaze hunerekê hîn bibin.