Li Midyada Mardînê ji bo ku jiyana civakî were pêşxistin, navenda çand û kongreyê ya 15 milyon lîreyî tê çêkirin. rayedarên bajêr hîmê navendê danîn. wezareta çand û tûrîzmê wê nîvê perê çêkirinê bide, nîvî jî şaredarî wê bide.
Li Mîdyada Mardînê ji şûna avahiyên leşkeriyê yên berê Navenda Çand û Kongreyê tê avakirin.
Rayedarên bajêr hîmê navendê danîn.
Li vê derê salona konferansan ya bi hezar û 500 kesî hebe.
Navenda Çand û Kongreyê li ser 5 donim eraziyî çêdibe, qada wê jî 8 û nîv donim e.
Otopark, salonên konferansan, yên sînemayê, atolye, pêşangeh û her wekî din wê li navendê werin çêkirin.
Ciwan ji vê xebatê gelek razî ne.
Çêkirina Navenda Çand û Kongreyê wê 15 milyon lîre bigre.
Wezareta Çand û Tûrzîmê wê 7 milon û nîv lîre bide, yê din jî şaredarî wê bide.