Li Mi̇dyatê şelandina dêra siryaniyan 

Dizan li Taxa Işıklarê pêşî têlên ceyranê birin, dûv re xwestin zengila dêrê bibin 

Li Mi̇dyatê şelandina dêra siryaniyan 

Li Midyata Mêrdînê mixabin diz bûn belayê serê dêra Meryemê ya siryaniyan. dizan pêşiyê têlên ceyranê birin, dûv re xwestin zengila dêrê bidizin. Hêzên ewlekariyê ji bo qefaltina dizan lêpirsîneke berfireh da destpêkirin. 

Li Midyadê, dêra Meryemê ya dîrokî du caran hat şelandin. 

Diz pêşiyê ketin dêrê û têlên ceyranê dizîn. 

Dûv re jî dîsa ketin dêrê û xwestin zengila wê bidizin. 

Lê cîranên dêrê pê hesiyan û xeber dan Serokê Weqfa Dêrên Qedîm ên Siryaniyan Yusuf Türker. 

Türker hate dêrê û dît ku zengila dêrê ji cihê wê hatiye hilkirin. 

Bi lez xeber da hêzên ewlekariyê. 

Li gorî tespîtên ewil diz di peceyê re ketine hundir û zirar dane tiştên tê de jî. 

Hêzên ewlekariyê ji bo girtina dizan lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE