Li Milazgîra Mûşê, bi hevkariya qeymeqamî û şaredariyê bernameya fitarê hat lidarxistin. Rayêdarên bajêr û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.
Şaredariya Milazgîrê bi hevkariya qeymeqamiya navçeyê bi navê “Fitara Biratiyê” organîzasyonek li dar xist.
Rayêdarên bajêr, nûnerên saziyên sivîl ên Mûşê û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.
Bername bi muzîka tasavufê dest pê kir, pişt re jî Qurana Pîroz hat xwendin.
Welatiyan ji bo bernameyê sipasî qeymeqamî û şarediyê kir.
Bi saya bernameyên bi vî rengî rayêdar bi welatiyan re tên ba hev û halê wan jî dipirsin.