Li milyonek û 200 hezar dekar erdê Mûşê wê genim û ce bê ajotin

Li milyonek û 200 hezar dekar erdê Mûşê wê genim û ce bê ajotin

Li Mûşê cotkaran dest bi şixûlandina motorên xwe kirin û ji bo ajotinê dest bi cotkirina zeviyan kirin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Aydin daxuyanî da rojnamegeran û got ku îsal li Mûşê zeviyên bi tevahî ji milyonek û 200 hezar donimî pêk tên wê genim û ceh bê ajotin.

Aydin destnîşan kir ku berî tovreşandinê li nav zeviyan amadehiyan dest pê kiriye û wiha domand: "Li welatê me îsal hişkayî hebû û li ser bajarê me jî ev tesîr hat hîskirin. Bi saya barana meha cotmehê barî piçek dilê cotkarên me xweş bû. Niha wan dest bi cotkirina zeviyan kirine. Înşallah sala pêş me bi xêr û bereket be. Li deşta Mûşê qasî 3 milyon û 500 hezar donim zeviyên ku tên ajotin hene û di nav van zeviyan da li qada milyonek û 200 hezar donimî jî genim û ce tê ajotin."

Ji cotkaran Omer Guler diyar kir ku îsal bi qasî 7 mehan baran nebarî û wiha domand: "Niha hewa xweş e û me jî ji vê yekê îstifade kir û dest bi cot kir. Lê em nizanin wê çi bibe."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE