Cinazeyê 11 eskerên di qezaya firokeya ji Bîngolê rabibû û li Tatvana navçeya Bitlisê qeza kiribû da şehîd ketibûn, anîn Enqereyê.
Piştî merasima oxirkirinê ya li Elazığê hat lidarxistin, cinazeyên li alaya Türkiyeyê alandibûn bi teyareya Hêzên Hewayê anîn Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê, hevalên wan ên eskerî cinaze hildan ser milên xwe û li wesayîtên neqilkirinê siyar kirin.
Cinazeyên anîn Ankarayê ji bo merasimê birin Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî û merasima dewletê hat lidarxistin.
Di merasimê da Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên artêşê amade bûn.
Piştî nimêja cinazeyan û merasimê ji bo definkirinê cinaze şandin memleketên wan.AA