Li Mizgefta Ayasofyayê 87 sal şûnda nimêja Eyda Remezanê hat kirin

Li Mizgefta Ayasofyayê 87 sal şûnda nimêja Eyda Remezanê hat kirin

 Li Mizgefta Ayasofyayê 87 sal şûnda nimêja Eyda Remezanê hat kirin.

Li Mizgefta Ayasofyayê 87 sal şûnda nimêja Eyda Remezanê hat kirin

Mizgefta Ayasofyayê piştî ku kiribûn muze, cardin ji bo îbadetê hat vekirin û piştî ev qas salan Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş nimêja Eyda Remezanê da kirin.

Nimêja eydê li gor tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat kirin.

Mizgeft piştî ku Stenbol di 1453yan da hat fetihkirin, veguherandibûn mizgeftê, lê di sala 1934an da kiribûn muze. Piştî ku 86 salan wek muze ma, di 24ê Tîrmeha 2020î da cardin ji bo îbadetê hatibû vekirin.

Kesên ku xwestin nimêja eydê li vê mizgeftê bikin, serê sibê berê xwe dan mizgeftê. Piştî nimêja sibê Qur'ana Pîroz hat xwendin, Miftiyê Stenbolê Prof. Dr. Mehmet Emîn Maşali dia da kirin û paşê Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş nimêj da kirin. Erbaş weke kevneşopî bi şûr derket ser mînberê.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî nimêja eydê li Mizgefta Ayasofyayê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE