Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja înê ya ewil hat kirin

 Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja înê ya ewil bi beşdariya bi hezaran welatiyên ku hundir û dervayî mizgeftê tijî kirin va hat kirin.

Di bernameya li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin da piştî diayê sela hat dayîn.

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin Qur'ana Pîroz xwend. Serokê Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş jî di dawiya bernameyê da dia kir.

Dû ra li 4 mînareyên mizgeftê 4 muezînan bi hev ra bang dan. Piştî xutbeya ku Erbaş da, cemaetê di mizgefta ku piştî 86 salan vebû, nimêja ewil kir.

Serokmar Recep Tayyip Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, gelek vexwendiyên mayîn û welatiyan nimêja înê kir. Xanima Serokomar Erdogan, Emîne Erdoganê jî li beşa jinan nimêj kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE