Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja înê ya ewil tê kirin

Di bernameya li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin da pêşiyê ji hoparlorê sela hat dayîn.

Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja înê ya ewil tê kirin

 Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja înê ya ewil tê kirin.

Di bernameya li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin da pêşiyê ji hopralorê sela hat dayîn.

Serokomar Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê Qur'an xwend

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin Qur'ana Pîroz xwend.

Serokomar Erdogan di bernameya ku bi destê Serokatiya Karûbarên Diyanetê li mizgeftê hat lidarxistin da tîlawetên Qur'ana Pîroz guhdar kirin.

Dû ra li 4 mînareyên mizgeftê 4 muezînan bi hev ra sela dan.

Piştî selayê, Serokomar Erdogan 5 ayetên destpêkê yên herdu sûretên Fatîhe û Beqareyê xwendin.

Hin welatiyan kêliyên xwendina Qur'ana Kerîm a ji hêla Serokomar Erdogan qeydî têlefona xwe ya mobîl kirin.

Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin banga nîvro hat dayîn

Li 4 mînareyên Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin 4 muezînan banga nîvro dan.

Li Mizgefta Ayasofyayê ku bi welatiyan tijî bûye, piştî temambûna diayê ku ji hêla Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş hat xwendin, çar muezînan ji mînareyan banga nîvro dan.

Piştî sinetan Serokê Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş xutbeyê dê bide û nimêja înê wê bê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE