Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 88 salan nimêja terawîhê hat kirin û ji ber ku qelebalixî zêde bû Meydana Siltanehmedê jî bi cimaetê tijî bû.
Mizgefta wek "nîşaneya Fethê" tê qebûlkirin piştî 86 salan ji bo îbadetê hatibû vekirin lê nimêja terawîhê ji ber şewba Kovîd-19ê du sal lê nehat kirin û piştî 88 salan nimêja terawîhê ya ewil jî hat kirin.
Welatî piştî mexrebê ji bo nimêja terawîhê hatin mizgeftê û ji nimêjê ra nîv saet ma hundirê Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin tijî bû.
Welatiyên ku li hundir cî nedîtin li Meydana Siltanehmedê şalik û qarton raxistin û nimêja xwe kirin.
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş li pêş cimaetê piştî 88 salan nimêja terawîhê ya ewil li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin da kirin.AA