Li mizgefta mezin a Sûrê pêşbaziya hafizan

Pêşbaziya fînala Tirkiyê ya hafizan li Diyarbakırê hat lidarxistin.

Li mizgefta mezin a Sûrê pêşbaziya hafizan

Ji aliyê Karûbarên Serokatîya Dîyanetê ve di navbera hafizan de pêşbazîya fînala Tirkiyê hat lidarxistin. Yekemînên heft herêmên Tirkiyê, li mizgefta mezin a Sûra Amedê hatin ba hev û hunera xwe ya hafiziyê û xwendina Qur’ana pîroz pêşkêş kirin. Di encama pêşbazîyê de ji Amasyayê Esed Gökçe bû yekemîn.

Li Dîyarbekirê ji alîyê karûbarên Dîyanetê ve di navbera kursîyerên kur ên kursên Quranê de pêşbazîya hafizan a fînala Tirkiyê hat lidarxistin.

Hafizên ku beşdarî bêşbazîyê bûn, berîya niha li herêmên xwe bi ser ketibûn û bûbûn yekemînên herêmên xwe.

Bernameyê bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir û paşê derbasî pêşbazîya hafizan bûn.

Bi hezaran welatiyî li vê pêşbirka li Mizgefta Mezin a Sûrê temaşe kirin û xwestin çalakîyên bi vî rengî zêdetir bibin.

Şaredar û miftiyê Amedê û her wiha Alîkarê Serokê Karûbarên Dîyanetê Burhan Îşlîyen jî beşdarî bernamayê bûn û xelatên hafizên serkeftî pêşkêşî wan kirin.

Di pêşbazîyê de Esed Gökçeyê ku ji Amasyayê beşdar bûbû, bû yekem û wek xelat jî deh zêr standin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE